Li Şirnexê operasyona PKKê: 19 binçavî

Li dijî kargehên dezgehê yên ocaxên komirê operasyona PKKê hat lidarxistin, tev de 19 kes hatin binçavkirin.

Li Şirnexê operasyona PKKê: 19 binçavî


Hat ragihandin li dijî kesên ku berê li Herema Ocaxên Komirê ya Şirnexê bi şikleke bêrûxset komir derxistine û di warê maddî de alîkarî ji PKKê kirine  operasyon hat lidarxistin, di encama operayona ku hat lidarxistin de  tev de 19 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Şirnexê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di heman demê de li Şirnex û navçeyên wê  di 25ê Cotmehê do seat 06.00an de operasyon  hat lidarxistin û di operasyonan de 19 kesên ku berê li Herema Ocaxên Komirê ya Şirnexê bi şikleke bêrûxset komir derxistine û di warê maddî de alîkarî ji PKKê kirine  hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

Kategori: ASAYİŞ
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal
-