"Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û sûc in"

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê û Sergotûbêjker Omer Çelîk destnîşan kir ew tiştên ku li Arakanê li Mislimanan tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e.


Çelîk di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê da de derheqê qetlîam û zilmên ku ji teref çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin de  nirxandinan kir. Çelîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin.”

Çelîk di berdewama daxuyaniya xwe de di bîran xist ku di van 3 rojên dawî de bi hezaran Misliman hatine qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji cihên xwe hatine kirin. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wê roja borî de tenê li gundekî 1000 kes hatin kuştin. Endamên artêşê û keşeyên budîst bi şikleke sîstematîk îmzê davêjin qetlîamê. Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin.” (ÎLKHA)

 

 

 

Kategori: DÜNYA
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal
-